ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Çîn û Rûsyayê îmtiyaza Kendava Hurmuzê
Serokê Komîteya Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê ya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Azîzî diyar kir ku Rûsya û Çîn ji bo derbasbûna Kendava Hurmuzê wê ji şertên taybet sûd werbigirin. -
Hêzên Îsraîlê ber bi bakûrê Çemê Lîtanî ve bi pêş ketin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku artêşa Îsraîlê ber bi çeperên li bakûrê Çemê Lîtanî yê li Lubnanê ve bi pêş ketiye. -
Trump: Em ji bo peymana bi Îranê re di qonaxa biryara dawî de ne
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku ew xwe amade dike ku derbarê hevdîtinên bi Îranê re biryara xwe ya dawî bide. Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social parvekirinek kir û got: Ez ê niha ji bo biryara dawî bidim, li Jûra Rewşê civînekê pêk bînim. -
Li Iraqê komeke çekdar berdana çekan red kir
Koma çekdar a Iraqê ya bi navê Seraya Ewliya Dem ragihand ku ew ê çekên xwe radestî dewletê nekin. -
Li Lubnanê di hefteya dawî de herî kêm 15 zarok hatin qetilkirin
UNICEF’ê ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê di hefteya dawî de li Lubnanê 15 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 62 zarok jî birîndar bûn. -
Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin: Bi dehan kes hatin kuştin
Êrişên Îsraîlê yên li ser Başûrê Lubnanê û zextên veguhestinê dewam dikin. Di bombardûmana giran de bi dehan sivîl hatin kuştin. -
JD Vance: Di hevdîtinên navbera me û Îranê de pêşketinên girîng hene
Alîkarî Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) JD Vance diyar kir ku di hevdîtinên navbera Washington û Tehranê de pêşketinên girîng hene û ragihand ku her du alî ji bo lihevkirineke muhtemel muzakereyan didomînin. -
Îsraîlê li Lubnanê bombe li 135 nuqteyan barand, sivîl hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê, derdora bajarê Sûrê û Geliyê Bekaayê di nava 24 saetan de li zêdeyî 135 nuqteyan xistiye ku weke hedefên Hîzbûllahê pênase kir. -
Îsraîlê beşeke mezin a Başûrê Lubnanê weke 'herêma şer' ragihand
Artêşa Îsraîlê li derdora bajarê Sûrê yê Başûrê Lubnanê dest bi êrişên nû kir. Her wiha qadeke berfireh a li başûrê Çemê Zahrani jî weke "herêma şer" pênase kir. Di êrişan de jî herî kêm 2 kes mirin. -
DYE û Îranê li hev xistin
DYE'yê careke din êriş bir ser hedefên li başûrê Îranê. Îranê jî ragihand ku bi armanca bersivdanê li baregehên Emerîkî xistiye. Vê yekê fikar li ser paşeroja agirbestê çêkir. -
Hemasê kuştina fermandarê baska wê ya leşkerî ragihand
Tevgera Hemasê ragihand ku di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li Şerîda Xezayê de fermandarê nû yê baska wê ya leşkerî Mihemed Ewdê hate kuştin. -
Sedir: Seraya Selam ji tevgerê veqetiya
Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîe Muqteda Sedir ragihand ku koma milîsên çekdar Seraya Selam ji tevgera wan veqetiya. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de bîlanço giran dibe
Di êrîşên Îsraîlê yên ku roja sêşemê li ser Başûrê Lubnanê û Bekaayê pêk anî de, zarok jî di nav de herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di tevahiya rojê de zêdeyî 120 êrîşên hewayî pêk hatin. -
Li Îranê krîza perwerdeyê mezin dibe: Zêdeyî milyonek zarok ji perwerdeyê bêpar man
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêxistina Xêrxwaziyê ya Îranê eşkere kir, li welêt zêdeyî milyonek zarok ji perwerdeyê bêpar man. -
‘Konseya Aştiyê’ ya Trump di krîzê de ye: Dolarekî bi tenê jî bi dest nexist
Derket holê ku “Konseya Aştiyê” ya ji aliyê Donald Trump ve ji bo jinûve avakirina Xezeyê û aştiyê hatî avakirin, hîna ti desteka fînansî bi dest nexistiye. Proje ji ber nîqaşên pirsgirêkên hiqûqî û zelaliyê, xitimî ye. -
Muxafizên Şoreşê yên Îranê: Îhtimala şerê bi DYE'yê re kêm e
Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku îhtimala jinûve destpêkirina şerê li hemberî DYE'yê kêm e. Rêveberiya Tehranê her wiha ragihand ku li gel hevdîtinên dîplomatîk ew ji êrişeke gengaz re jî amade ne. -
Di bin siya şer de bi milyonan kes çûn hecê
Rêveberiya Erebistana Siûdî Erebistanê ragihand ku zêdeyî milyonek û 707 hezar Misilman îbadeta hecê ya îsal bi cih anîn. Gelek ji Hecî bi rêya hewayî gihiştin welêt. -
Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Lubnanê berfireh dike: Herî kêm 31 kes hatin qetilkirin
Artêşa Îsraîlê êrîşên nû li ser Başûrê Lubnanê pêk anî û di encamê de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan ku zarok û jin jî di nav de bûn. Îsraîlê ragihand ku ew ê li dijî Hîzbûllahê operasyonên xwe yên bejahî berfireh bikin. -
Şampiyonê berê yê MMA yê Îranê Gholamreza Xanî Şekarab hat darvekirin
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku şampiyonê berê yê MMA’yê Gholamreza Xanî Şekarab bi tawanbariya "sîxuriyê” hatiye darvekirin. -
Îsraîl li Lubnanê dest bi operasyona bejayî kir
Îsraîl li başûrê Lubnanê ya herêma ku wekî "Xeta Zer" bi nav dike operasyona bejayî da destpêkirin. -
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de di 24 demjimêrên dawî de 28 kes mirin
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de di 24 demjimêrên dawî de herî kêm 28 kes mirin û 104 kes jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê ji bo hin bajarokên li Geliyê Bekayê banga valakirinê kir. -
Îranê xwest ku 24 milyar dolar fonên hatiye blokekirin serbest bê berdan
Li gorî medyaya Îranê, rêveberiya Tehranê di muzakereyên bi DYE’yê re xwest ku 24 milyar dolar fonên hatiye blokekirin serbest bê berdan. Ji bo bidawîkirina şer li ser 14 xalan nîqaş tê kirin. -
Îran girtiyek din darve kir û 6 girtî di bin xetereya darvekirinê de ne
Di demeke ku kampanyaya ‘Sêşemên ji darvekirinan re’ didome de, li Îranê girtiyek din hat darvekirin û 6 girtî jî di bin xetereya darvekirinê de ne. Her wiha girtiyên siyasî yên jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin. -
Xamaney: Welatên Kendavê wê êdî ji baregehên DYE'yê re nebin mertal
Lîderê olî yê Îranê Mucteba Xamaney îdîa kir ku bandora DYE'yê ya li herêmê nema ye û welatên Kendavê jî wê êdî ji bo parastina baregehên leşkerî yên Emerîkî nikaribin bibin 'mertal'. -
DYE’yê li Îranê xist, Rubio got, ‘lihevkirin hîna pêkan e’
Washington ragihand ku li başûrê Îranê li rampayên fuzeyan û leşkerên ku hewl didan mayinan deynin, hate xistin. Hat diyarkirin ku êrîş tevî agirbesta navbera her du welatan pêk hatin û muzakereyên dîplomatîk jî didomin.